Afrinpost-Taybet
Tevlihevî, binpêkirin û sûcên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî derheqê şêniyên Efrînê yên resen de di nava zagona daristanê û çavgirtina li hemberî kiryarên milîsan berdewam e.
Milîs dizî, talanî, revandin, kuştin û şantajkirina bi armanca bidestxistina pereyan derheqê şêniyên kurd bê ti lêpirsîn û bêdengiya civaka navdewletî de dikin.
Li herêma Efrîna dagirkirî hêjî teqînên peydakirî, guhertina nasnameya herêmê û guhertina demografîk lê zêde kolan û lêgerîna li şûnwarên dîrokî û birîna dar û daristanan dewam dikin.
Têkildarî gunehkariyên milîsan, sibeha roja Şemiyê termekî serjêkirî yê bi navê Mihemed Inad Mirî yê 14 salî ji şêniyên gundewarê Helebê ye, li nêzîkî gemardankekê li dorhêla çerxerêya Newroz li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrî hat dîtin.
Ciwanê negihîştî yê bi navê Mihemed di nava şert û mercên nediyar de hat kuştin û serjêkirin ku bûyerên bi vî rengî kiryarên çeteyên DAIŞ’ê tînin bîra mirov.