Li Şehbayê plakardên derbarê metirsî û parastina ji vîrûsa Koronayê hatin daliqandin

Afrinpost-Taybet

Ji ber belavbûna Koronayê û metirsiyên wê, li herêmên Şehbayê ku koçberên Efrînê lê dimînin, weke herêmên din ên Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve heyanî du hefteyan hat aktîvekirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku li gund û navçeyên herêmên Şehbayê ji bo şiyarkirin û parastina şêniyan plakard hatin daliqandin.

Di nava rêkarên parastin û berbendkirina ji belavbûna vîrûsa Koronayê, şaredariya gel a Rêveberiya Xweser li Şehbayê plakardên çawaniya parastina ji vîrûsê daliqandin.

Plakard li tevahiya herêmê ji kamp, gund û navçeyên Şehbayê hatin belavkirin.

Bi deh-hezaran ji koçberên Efrînê li 5 kampan û derdora 42 gundên herêmên Şehbayê ku di nav de bajarokê Til Rifetê belav dibin.

Li hemû herêmên Rêveberiya Xweser 23’ê Adarê qedexeya derketina derve dest pê kir û wek gava pêşîn, dê 15 rojan dirêj bike û eger pêwîstiyê xwest dê dirêjtir bibe.

Tenê nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navdewletî, xaçesor û heyva sor, dermanxane, komîteyên dezenfektekirinê, nanpêjgeh, firoşgeyên firotina madeyên xwarinê, otomobîlên veguhastina madeyên pêwîst wek şîrê zarokan, sahrîcên(tank) veguhastina sotemeniyê kar dikin ji bilî wê xebitandina her tişt û karî hatiye qedexekirin.

Related posts