Koçberên Efrînê şehîdên komkujiya Aqîbê li goristana Fafînê bi merasîmeke girseyî oxir kirin

Afrinpost-Taybet

Bi hezaran ji şêniyên herêma Efrîna dagirkirî yên koçber, li Şehbayê, cenazeyên sê sivîlên şehîd ên komkujiya gundê Aqîbê bi merasîmeke girseyî roja Pêncşemê oxir kirin.

Şênî li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ji bo radestkirina sê şehîdan ên bi navê Izet Hesen, hevjîna wî Fatme û keça wî Sirûşt Hesen a 12 salî, kom bûn û ji pêşiya nexweşxaneyê bi cenazeyên şehîdan bi rê ketin û berê xwe dan goristana şehîdan a navçeya Fafînê ku li wir li destpêka navçeya Fafînê bi hezaran ji şêniyan li pêşiya karwanê wan bû.

Hevseroka meclisa rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo di merasîma oxirkirinê de axivî, komkujî şermezar kir û civaka navdewletî bi berpirsyartiya komkujiyê tawanbar kir.

Têkildarî komkujiya gundê Aqîbê Şîraz Hemo ji Afrinpostê re axivî û got ku Erdogan berpirsyarê komkujiyên ku derheqê Efrînê de tên kirin, berpirsyar e û komkujiya Aqîbê mînaka herî nêz û balkêş e û wiha dewam kir; beriya demekê komkujiya Til Rifetê pêk hat, armac ew e ku şêniyan neçarî koçberiyê bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir;

Şênî di berxwedan û tekoşîna xwe li hemberî dagirkeriya Tirkî û milîsên wê de bi îsrar in.

Piştî ku karwanê şehîdan gihîşt mezarê şehîdan a li navçeya Fafînê, deqeyeke rêzgirtin li ser rihê wan hat sekinandin û piştre li ser navê meclisa kantona Efrînê Newroz Efrîn axivî û soza tolhildana şehîdan da. Piştî wê endama komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a kantona Efrînê Hîkmet Hisên belgeyên şehadetê xwendin û bi durişmeyên bangî yekparebûna axa Sûriyê û bijî şehîd, her sê şehîd hatin oxirkirin.

Related posts