Welatiyekî kurd çend saetan ji mala xwe bi dûr ket, di piştre mala wî hat desteserkirin

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di desteserkirina mal û milkên Efrîniyan de bi zorê û çekê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, çekdarekî milîsên “Cebha Elşamiyê” mala welatiyekî kurd li navenda herêma Efrînê desteser kir.

Nûçegihan diyar kir ku yê bi navê “Ebû Ehmed Şamiyê”, dema ku welatiyê kurd ê bi navê “Ehmed Mûsa” ji xwe derketibû û serdana nasên xwe li gund kiribû, kilîta malê şikand û bi kirê da malbateke ji gundewarê Idlibê û wiha dewam kir;

dema ku welatî Ehmed Mûsa ji gund vegerî, dît ku kesên biyanî di mala wî de bi cî bûne, ji ber vê yekê û piştî ku gef ji aliyê yê bi navê “Ebû Ehmed Şamiyê” ku pev çekdarên xwe ve li taxa Eşrefiyê berpirsyarê ewlehiyê ne, xwarin, neçar ma ku biçe gel nasên xwe bi cî bibe.

Ev bûyer di çarçoveya desteserkirina bi zorê de tê ku milîsên Îslamî bi zora çekê malên Efrîniyan desteser dikin û bi kirê didin koçberên ku ji Idlibê direvin û armanc jî koçberkirina şêniyên kurd û pêkanîna guhertina demografîk e.

Related posts