Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê ragihand ku istixbarata Tirkî, roja Pêncşema borî 20’ê Sibatê, sermilîsekî “Ehrar Elşerqiyê” yê bi navê “Ebû Cendel Şerqiyê” ku çekdarên wî navenda çandê û kolana Vîlat kontrol dikir, bin çav kir.
Nûçegihan diyar kir ku sermilîs bi îdîaya dozên gendeliyê yên girêdayî desteserkirina şiqeyên niştecihiyê û firoşgehên bazirganiyê ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînan, girtin, lê belê nûçegihan teqez kir ku sedema rastîn a binçavkirinê ji ber ku sermilîs razî nebû tevlî şerê li Lîbiya bibe, hat binçavkirin.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê ragihandibû ku koma “Ebû Cendel” ya milîsên “Ehrar Elşerqiyê”, binpêkirinên xwe derheqê karmendên şaredariyê û şirketa avê ya ku meclisa dagirkeriyê bi rê ve dibe, berdewam dike. Milîsan herî dawî êrîşî komkarê pereyên avê li herêma Vîlat û Otostrada Xerbî kir, lênûska fatûreyên avê çirandin û ji taxên ku milîsan dagir kirine, qewitand.
Çekdarên Ixwan Mislimîn ji ber hatina bêtir ji termên kuştiyên wan bo Efrînê, naxwazin biçin şerê Lîbiya.
Nûçegihanên Afrinpostê di nava hefteya dawîn a Çileya borî de, çavdêrî li gihîştina bi dehan ji termên kuştiyên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî” yên ku di şerê li Lîbiya de hatibûn kuştin, kir.
Roja Înê 1’ê Sibatê, 4 termên kuştiyên milîsên “Ceyş Elnûxbe” gihîştin nexweşxaneya şehîd Ferzende ya leşkerî û li goristana bajarokê Meydankê ya navçeya Şera hatin veşartin.