koçberên Idlibî yên nû gihîştin Efrînê … Meclisên dagirkeriyê banga rêxistinên Îxwanan ên alîkariyê kir

Afrinpost-Taybet

Ji ber şerê li gundewarê Idlibê yê di navbera milîsên Îslamî û hêzên rêjîma Sûrî, qelfên koçberan ber bi Efrîna dagirkirî ve zêde dibin.  

Di vê çarçoveyê de, meclisa dagirkeriyê ya navçeya Bilbilê bang li rêxistinên mirovî kir ku destê alîkariyê dirêjî bi hezaran ji koçberên Idlibê  bike. Koçberên Idlibî yên nû barekî din li ser niştecihên Efrînê yên resen çêdikin. Herî dawî tenê 800 malbat gihîştin bajaroka Bilibilê û gundên wê.

Li gorî çavkaniyên nûçe û çalakvanan, bêtirî 850 malbatên nû gihîştin navçeya Bilbilê, 1850 malbat navçeya Şera, 750 malbat navçeya Raco, 625 malbat navçeya Cindirêsê, 357 malbat navçeya Şiyê, derdora 470 malbatî navçeya Mabeta û 400 malbat navçeya Şêrawa. Her wiha hejmareke mezin jî gihîşt navenda herêmê.

Herêma Efrînê ji ber hejmarên mezin ên niştedagîr û koçberên nû yên Idlibî gelekî bi qerebalix bûye. Gelek kamp bi awayekî tewşan li dorhêla taxa Eşrefiyê û Zîdiyê û li ser rêyên sereke yên derveyî navendê hatine avakirin.

Milîsên Îslamî bi zanabûn vê rewşê baş ji berjewendiyên xwe re bi kar tînin ku lezê didin amadekirina avahiyên niştecihiyê ku hê bi serî nebûne da ku wan koçberên nû beramberî pereyên pir li wan avahiyan bi cî bikin. Milîs her şiqeyekê bi 100$ Amerîkî bi kirê didin. Her wiha piranî milîs jî şêniyên kurd bi hincetên cuda ji malên wan derdixin û li şûna wan malbatên koçber beramberî pereyên pir bi cî dikin.

Dagirkeriya Tirkî jî, ji aliyê xwe ve şerê li Idlibê dixe bin xizmeta xwe ku bi rêya vî şerî bêtir ereban li şûna kurdan li Efrînê bi cî dike ku ew şêniyên Efrînê yên mayî jî diqewtînin û li şûna wan koçberên nû bi cî dikin.

Related posts