Dagirkeriya Tirkî du hevjînên kurd ji Kobanê li eyaleta Hatayê bin cav kirin

Afrinpost-Taybet

Desthilatên Tirkî roja Yekşemê, du hevjînên kurdên Sûriyê li eyaleta Hatayê ya Tirkî bi hinceta peywendiya bi YPG’ê re bin cav kirin û hêjî çarenûsa wan ne diyar e.

Çavkaniyên taybet ji Afrinpostê re teqez kir ku desthilatên Tirkî welatî Ehmed Xelo û hevjîna wî Yara Xelo ji mala wan a li gundê Incirliyê yê herêma Qirqxanê ya li ser sînorê Tirkî-Sûrî, bi hinceta peywendiya bi YPG’ê re bin cav kirin.

Ehmed û Yara ji bajarê Kobanê ne, bi salan e ku di warê çandiniyê de dixebitin. Êdî Dagirkeriya Tirkî jî weke milîsên xwe yên li herêma Efrîna dagirkirî, bi hinceta peywendiya li gel YPG’ê re kurdan bê pirs û bersiv tawanbar dikin.

Welatiyên kurd li Efrînê li ser tuhmetên nerast û çêkirî, girêdayî peywendiya bi YPG’ê yan alîgirê rêveberiya xweser têne revandin.

Related posts