Afrinpost-Taybet
Milîsên“ Emin Siyasî” yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn, roja Duşemê 27’ê Çileyê, hemleyeke bincavkirinê li gundê Qirigolê yê navçeyan Bilbilê dest pê kir. Bi tuhmeta berê erka parastina xweser ya Rêveberiya Xweser kirine, hejmarek ji şêniyên gund bin cav kirin.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeyê ragihand ku milîsên“Emin Siyasî” bi ser gund de girtin û welatiyên bi nav; Nûrî Xelîl, Orhan Mihemed û Ferman Ebdulrehman Cabo girtin û birin cihekî ne diyar.
Ev hemleya milîsan di çarçoveya hemleyeke mezin a bincavkirinê de, ji hejmareke gundên din ên navçeyê tê. Tevî ku bi kesên girtî re belge hene ku wan ji tuhmetan bê guneh dihêlin, milîs bi armanca şantajkirin û bidestxistina pereyan hemleyên girtin û bincavkirinê dewam dikin.
Li Efrînê tevlîbûna nava refên YPG’ê dilxwazî bû lê belê tevlîbûna nava refên Hêzên Parastina Xweser ji ciwanên temenên wan di navbera 18 heyanî 30 saliyê de neçarî bû ku 9 mehan xizmeta leşkerî dikirin. Hêzên Parastina Xweser li Efrînê di nîvê sala 2015’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser, ji ber zor û planên dewleta Tirkî û milîsên wê yên Ixwan mislimîn hate avakirin û tevî cudahiya hêzên leşkerî herêma Efrînê ji êrîşên çekdarên “Cebhet El-Nusara” diparastin.