Afrinpost-Taybet
Piştî ku dewleta Tirkî herêma Efrînê dagir kir, bi rêya çekdarên xwe hewl dide ku şêniyên kurd û bi taybet ciwanan bi hincet û tuhmetên amade wek tevlîbûna nava QSD’ê û alîgiriya ji rêveberiya xweser birevîne û bincav bikin.
Ev siyaseta dagirkeriyê ji du salan ve bi armanca koçberkirina welatiyên kurd tê meşandin ku bi bêdengiyeke navdewletî ev siyaseta guhertina demografîk bi ser ketiye.
Di vê çarçoveyê de hêjî çarenûsa hejmareke mezin ji ciwanên kurd ên ku piştî dagirkeriya Tirkî, xwestin vegerin Efrînê ne diyar e.
Hinek ji ciwanan ev du sal in bêyî ku xwediyên wan bizanin ku ew zîndanî ne lê di bin îşkenceya milîsên Îslamî de şêhîd bûne, ne.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Raco ragihand ku ciwanê kurd Reşîd Mistefa Ebdo piştî dagirkirina Efrînê xwest ku vegere. Lê belê yekser piştî ku gihîşt mala xwe ya li bajaroka Raco, di Adara 2018’an de hat bincavkirin.
Ciwanê Efrînî Reşîd zewicî ye û zarokeke wî biçûk heye, ji dema ku hatiye revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Rêjeyeke mezin ji Efrîniyan ji Şehbayê vegerînin Efrînê da ku herêma xwe ji planên dagirkeriya Tirkî biparêzin û nasnameya herêmê bi rêya bicîkirina malbatên çeteyan wenda nebe. Lê belê hewlên Efrîniyên ku vegerîn û biryar dan ku tevî zor û zehmetiyên dagirkeriya Tirkî li ber xwe bidin, bi ser neketin.
Dagirkeriya Tirkî bi rêya çekdar û milîsên xwe hemû rê û rêbazên tundiyê derheqê sivîlên Efrînê de bi kar anîn ku bi vê yekê hem Efrîniyên vegerîne careke din bi darê zorê koçber kirin û hem jî rê li pêşiya vegera Efrîniyên li Şehbayê girtin.
Serokê dewleta Tirkî Erdogan di rojên destpêkê yên êrîşên dagirkirina Efrînê de, got ku rêjeya kurdan li Efrînê ji 35% û rêjeya Ereban jî 55% ye. Bi van gotinan xwest ji xwe re zemîna guhertina demografîk ava bike.