Dagirkeriya Tirkî li Efrînê navendinan ji polîsên leşkerî yên Rûsî re amade dike

Afrinpost-Taybet

Çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku dagirkeriya Tirkî ala xwe ji ser dibistaneke li bajarê Efrînê daxist da ku li gorî lihevkirinên di navbera wê û Rûsiya de radestî polîsên wê yên leşkerî bike.

Çavkaniya teqez kirin ku artêşa dagirkeriya Tirkî(komandos) ya li dibistana Feysel Qedûr a li ser rêya Cindirêsê(derbasgeha başûrê bajêr) bi cî bûne, ala Tirkî ji ser dibistanê daxistin.

Ev navenda hêzên Rûsî li Efrînê piştî navenda Kefercenê, dibe a duyemîn ku dê were vekirin. Ev yek nîşan dide ku bendên peymana Rûsiya û Tirkiyê derbarê Efrînê de li ser li hev kiribûn, nêzîk mane ku bi serî bibin.

Çavkaniyan diyar kirin ku leşkerên Tirkî derbasî şirketa Avê ya Efrînê bûn û ji rêveberiya wê xwestin ku wê vala bikin da ku li şûna wê istixbarata Tirkî cî bigire û wiha dewam kirin; istixbarata Tirkî dê dibistana Kulîlkên Efrînê ji polîsên leşkerî yên Rûsî re vala bike ku ew dibistan wê bibe xala yekê ya hêzên Rûsî.

Tê zanîn ku rola Rûsiya di dagirkirina Efrînê de ya herî diyar bû ku bi rêya civînên Astanayê li gel Tirkiyê beramberî gundewarên Şam, Hums, Hema û Idlibê, rê li pêşiya dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî(qada ezmanî) vekir.  

Koçberên Efrînê li Şehbayê ji bo vegera li Efrînê gelek caran li pêşiya navendên Rûsî û bi taybet li gundê Wehşiyê xwepêşandan li dar xistin û daxwaz ji Rûsiya kirin ku li şaştiya xwe vegere û Efrînê ji şêniyên wê re vegerîne her wiha rê ji wan re veke ku ew xwe bi xwe di çarçoveya Sûriyeke nenavendî bi rêve bibin, ji ber ew tenê rêya jiyaneke rûmet li Sûriyê ye.

 

 

 

  

Related posts