Li Keferşîlê milîsên “El-Hemze” kurdan neçar dikin ku malên xwe ji niştedagîran re vala bikin

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî bûyerên li Idlibê bi kordîneya li gel Rûsiya ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Ji aliyekî ve dagirkeriya Tirkî nikarî Idlib biparasta ji ber vê yekê hişt ku xelkên Idlibê rûbirû bi çarenûsa xwe re bimînin û ji aliyekî din ve jî, xelkên Idlibê yên ku bi darê zorê ji Idlibê koçber dibin, li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî niştecih dike.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Firqeya El-Hemze” welatiyên kurd ên bi tenê yan ên xwedî malbatên biçûk neçarî du tiştan kirin; an tevlî nasên xwe bibin, an jî malbatên niştedagîr di malên xwe de bi cî bikin.

Têkildarî vê yekê, çekdarine koma “Neîm” ên girêdayî milîsên “Cebha El-Şamiyê”, mala welatiyê kurdî Ehmed Henan ji şêniyên gundê Avrazê yê navçeya Mabeta ye, bi hinceta ku du mal li gel wî hene ku di yekê de dijî û ya din jî bi kirê daye werşeyeke cilan(qata jêr), desteser kir.

Mala welatiyê kurdî ya ku hatiye desteserkirin, li taxa Eşrefiyê li ser rêya Servîs dikeve. Çekdaran du malbatên ji gundewarê Heleb ê bakur bi kirê(bi pereyan) tê de bi cî kirin.

Milîsên“Ketîbit El-Asî-Lîwa Semerqend” ên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn, di nîvê meha Çileyê de, hejmarek ji şêniyên kurd li bajaroka Kefersefrê ya girêdayî navçeya Cindirêsê agahdar kirin ku malên xwe vala bikin.

 Welatiyên ku hatine agahdarkirin ev in;  Hisên Xelîl Nebî “Ebû Xilo”, Zeyneb Mûrad Axa“hevjîna rihmetî Weqfî Mûrad”, Remedan Ereb Umer, Almas Elîko“hevjîna rihmetî Ebdulrehman Caso, Hisên Hac Ebdo“ birayê mixtarê gund ê heyî”, Nebî Hisên Hac Ebdo, Xedîce Hedad“ hevjîna rihmetî Ebdo Xelîl Hedad, Xelîl Hac Ebdo û Mihemed Hisên Şêxo.

Ew kesên ku navên wan hatine bibîrxistin temenmezin in, milîsan malbatên Idlibî bi hinceta ku malên wan ji wan re mezin in û tenê kesek an du kes tê de dijîn, bi cî kirin.

Malbatên Idlibê qelf bi qelf ji ber şerê di navbera milîsên dagirkeriya Tirkî û hêzên rêjîma Sûrî direvin û li herêma Efrînê tên bicîkirin.

Kordîneya di navbera dagirkeriya Tirkî û Rûsiya de ya valakirina bajarokên Sûrî û pevguherîna wan bi yên din re diyar e ku her du alî bi vê yekê guhertina demografîk li gorî dilê Tirkiyê pêk tînin.

Nimûneya radestkirina Xûta, gundewarê Humsê, gundewarê Idlibê, rojhilatê rêhesina Hîcaz û balafirgeha Ebû Zihûr ya leşkerî beramberî radestkirina Rûsiya ji Efrînê re ya sala 2018’an mînaka hêrî nêz û berbiçav e.

Related posts