Milîsan gundê Maratê dorpêç kir û 10 welatî di nava wan de jinek bin cav kirin

Afrinpost-Taybet

Milîsên“ polîsên leşkerî” li ser xwesteka “ Firqeya El-Hemze” ku her du jî girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn in, pêngaveke bincavkirin û biserdegirtinê li gundê Maratê yê girêdayî navenda Efrînê dest pê kir.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdaran di dema bisergirtinê de, gund dorpêç kirin. Di encama biserdegirtina malan de 10 kes di nava wan de jinek hatin girtin û navên wan jî wiha ne; Selah Mamo, Rêzan Elî, Seîd Eyûbî, Henan Cencî, Selah Reşo, Ehmed Emo, Elî Xelîl, Ehmed Bazo, Ehmed Qilêç û jina bi navê Rûkan Misto

Milîsên Îslamî revandinê ji xwe re weke kar ji bo bidestxistina pereyan, dibînin. Ev rêbaz ji destpêka dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re bi kar tê û ji ber ku ew yek ji rêbazên  koçberkirina kurdan e û rê li pêşiya vegera koçberan digire, istixbarata dagirkeriya Tirkî bi xwe li ser disekine.

Related posts