Çawa dagirkeriya Tirkî ava Efrînê didize?

Afrinpost-Taybet

Çavkanînan ji Afrinpostê re ragihandin ku waliyê bajarê Hatayê, li vê dawiyê şandeyeke teknîknas şand herêma Efrîna dagirkirî, da ku dergehên bendava Meydankê vekin û bendava li ser çema Efrînê ya li nêzî bajarê Rîhaniyê bi armanca avdana erdên çandiniyê ava kirine, tijî bikin.

Çavkaniyan nîşan dan ku karmendê ji dergehên bendava Meydankê re berpirsyar e, fermanên waliyê Tirkî ji ber ku ava bendavê negihîştibû asta ku tê xwestin her wiha pêwîstiya herêmê bêtir pê heye, red kir.

Lê belê şandeya Tirkî gef li karmendê kurd xwar ku eger fermanê pêk neyîne, dê wî zîndan bikin. Tevî gefxwarinan jî karmend bi ya wan nekir, ji ber vê yekê karmendên Tirkî bi xwe dergeh bi qasî 40 CM vekir.

Her wiha çavkaniyan kolandina dagirkeriyê ya kenalên avê li erdên herêmê derewand. Li gorî çavkaniyan dagirkeriya Tirkî dê tenê ava gola Meydankê bi rêya geliyê çema Efrînê bixwe, rakêşî nava erdên Tirkiyê bike.

Ev yek di demeke ku pêwîstiya deştên Cindirêsê û şêniyên bajêr pêwîstiya xwe bi ava vexwarinê hene, tê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 60% ji ava çema Efrînê ji hundirê erdên herêmê derdikeve, lê belê dagirkeriya Tirkî bi zanabûn rêjeya ava mayî ya ku ji erdên Tirkiyê tê, qut kir ku li herêmeke Tirkiyê li ser ava çema Efrînê ya li aliyê Tirkî bendavek ava kir.

Ji Tîrmeha 2018’an ve, piştî çend mehan ji dagirkeriya Tirkî ji herêma Efrînê re, şêniyên Efrînê bi giştî û yên bajêr bi taybet, aloziya ava vexwarinê kişand û ji ber ku kêmasiyeke mezin a sotmeniya ku  jeneratorên pufdana avê dixebitîne lê zêde kêmasiya di madeyên kîmawî yên ku ji bo paqijkirina avê bi kar tên, heye, meclisa dagirkeriya Tirkî nekarî ew pirsgirêk çareser bikira.

Li kêleka dizîna ava Efrînê û şandina wê bo herêma Ezazê ya ku li aliyê rojhilat ê herêmê dikeve ku milîsên Îslamî ji wir ve dest bi êrîşên leşkerî yên li dijî Efrînê kirin.

Her wiha piştî dagirkeriya Tirkî, diyardeya kolana bêserûber a bîrên irtîwazî ji aliyê welatiyan ve bi armanca lêgerîna li avê û bêyî ku ti kes hesaban ji wan bixwaze, belav bû ku tenê milîsên Îslamî 100 hezar lîreyên Sûrî li ser her kesê ku bîrên irtîwazî dikoland, ferz kirin.

Tê zanîn ku gelek saziyên xizmetguzarî û giştî rastî dizî û talaniyê li ser destên milîsên Îslamî hatin ku ew neçar kirin ku ji xizmetê derkevin û bi taybet xetên tansiyonên elektirîkê yên bilind, bîrên hikûmî, pufdank, jenerator, maşîneû ji bilî mal û milkên welatiyan.

Related posts