Afrinpost-Taybet
Di çarçoveya dijberiya li ser pere, serwerî û desthilatê de, şerê di navbera milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn berdewam e.
Şer ne tenê di navbera milîsên cuda de çêdibe, di nava çekdarên heman milîsê de jî derdikeve.
Di vê çarçoveyê de, milîsên Ehrar El-Şerqiyê sermilîsê bi navê Ebû Mihemed El-Şerqiye girtin û hêjî di zîndana wan a li bajaroka Raco ya gundewarê Efrîna dagirkirî de ye.
Nûçegihanê Afrinpostê yê li Raco ragihand ku sedemên girtina Ebû Mihemed El-Şerqiyê vedigere tawanên diziya li rojhilatê Firatê û wiha dewam kir;
Sermilîs Ebû Mihemed El-Şerqiyê têra xwe dizî li rojhilatê Firatê kir û bi rêveberiya milîsa Ehrar El-Şerqiyê re parve nekir.
Sermilîs Ebû Mihemed El-Şerqiyê beriya demekê 30 çekdarên xwe şandibûn Lîbiyayê da ku li gel hikûmeta wîfaqê ya bi serkêşiya Fayêz Serajê Ixwanî li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbiyayê şer bikin.
Afrinpost di 1’ê vê heyvê de ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên dagirkeriya Tirkî li rê û rêbazên anîna tiştên dizî ji bajarê Girê Spî digerin da ku li sûkên herêma Efrîna dagirkirî bifiroşin.
Çavkaniyan teqez kir ku dagirkeriya Tirkî rê ji çekdarên milîsên Îslamî yên beşdarî dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyê bûn, vekirin ku bi qasî ku dikarin dizî û talaniyê bikin, lê dagirkerî tenê dihêle ku milîs otomobîlekê di Tirkiyê re derbasî herêmên dagirkirî bikin.
Piştî ku bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî bi temamî hat dagirkirn, milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Mislimîn bi zanabûn tiştên dikan û malên koçberan dizîn.
Tê zanîn ku devera ku ji aliyê milîsên Îslamî ve têne dagirkirin, dizî û talanî bi zanabûn tên kirin, ji ber ku mal û milkên sivîlan ji xwe re rewa dibînin û bi Xenîme bi nav dikin.
Vîdoyên ku çekdaran piştî dagirkirina Efrînê belav kirin aşkere kirin ku çawa dizî û talaniya mal û dikanên sivîlan tên kirin û ji roja ketina Efrînê ango 18’ê Adara 2018’an bi roja Ceradê hat binavkirin.
Nakokiyên milîsan li ser para wan ji dizî, serwerî û rêbendan dihêle ku milîs li herêmên milîsên din ên dijber teqînan pêk bînin û wan teqînan dispêrin DAIŞ û hêzên kurdî.