Milîsên“El-Hemze” li Efrînê êrîşî pereguhêrekî kir û pere jê standin

Çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn li Efrîna dagirkirî, êrîşeke çekdarî li dijî dikanên pereguhêriyê pêk anî.

Li gorî “Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan” nakokiyeke takekesî di navbera çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” û pereguhêrekî li taxa Eşrefiyê ya li nava bajarê Efrînê derket. Nakokî li ser nelihevkirina wan a nirxê guhertina dolar beramberî lîreya Sûrî bû.

Nakokî di navbera wan de mezin bû ku çekdaran bi ser dikana pereguhêriyê de girtin û 2300$ bi zora çekê jê birin û reviyan.

Li herêma Efrîna dagirkirî ji Adara 2018’an de û heta niha tevlihevî û binpêkirinên milîsan wek êrîşên çekdarî, revandina bi armanca şantajkirinê û bidestxistina pereyan, serwer in.

Related posts