Afrinpost – Taybet
Hêzên dagirkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî li herêma Efrînê/Rojava bi berdewamî tirsandin û tundûtûjiya Efrîniyan dikin, bi kiryarên revandin û zîndakirina xelkê hewla valakirina Efrînê ji Kurdan dikin.
Nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku, li navenda herêmê milîsên îslamî “îstîxbarata leşkerî” roja duşemê pênc karmendên Kompaniya Avê ya Efrînê revandin û ew birin navenda ewlekariya dagîrkeriya tirkiyê ya li navenda bajaroka Reco yê.
Nûçegihanê me diyar kir ku hemwelatî “Ahmed Oso, Şiyar Xelîl, Esmahan Casim, Darîn Qasim û Elîa Mele Reşîd”, bê çi sûcekî xuyakirî, hatin revandin.
Milîsên îslamî bi heman awî, nêzîkî du mehan berê, hemwelatî (Hûsên Bozo û Leyla Qiblan) ji kompaniya Avê revandin û piştî meh û nîvekê ji zîndankirinê serbest hatin berdan.