6 Kurd ji şêniyên gundê Dêr Siwanê û Miska Jorîn ên Efrînê hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriyê di nava du hefteyên dawîn de, 6 şêniyên Kurd ji şêniyên gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera û Miska Jorîn ê navçeya Cindirêsê yên gundewarê Efrîna dagirkirî bi tawanên nerast bin çav kirin û piştre ew beramberî pere û sepandina bacan berdan.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku rêbenda milîsên “polîsên leşkerî” ku li çerxerêya demjimêrê ya bajarê Ezazê yê dagirkirî, hatiye danîn, 2 şêniyên Kurd bi navê Elî Mistefa Reşo (27 salî) û birayê wî (29 salî) bi tawana ku dema rêveberiya xweser tevlî erka xweparastinê bûbûn, bin çav kirin.

Milîsan her du bira ji şêniyên gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ne, piştî hefteyekê ji binçavkirinê, beramberî 1000 lîreyên Sûrî berdan. Lê beriya ku werin berdan herduyan belgeyên ku wan berê fidyeya malî dane desthilatên dagirkeriyê, pêşkêşî milîsan kirin, lê guh nedan wan.

Li navçeya Cindirêsê jî, milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” 6`ê Hezîranê 2021, 4 şêniyên Kurd ji şêniyên gundê Miska jorîn revandin û birin navenda xwe ya ewlehiyê li gundê Axcelê da ku bi tawanên cuda fidyeyên malî jê bibin.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê şêniyên ku hatine revandin ev in;

1- Mihemed Ehmed Birîm 2- Behrî Xelîl Birîm 3- Ebdo Fayêq 4- Şêx Hesen Dînik

Çavkaniyan diyar kir ku milîsan ji wan 3 kes piştî 2 rojan ji revandina wan bi navê Behrî Xelîl Birîm, Ebdo Fayêq û Şêx Hesen Dînik  berdan. Her wiha duh roja Înê jî, şênî Mihemed Ehmed Birîm beramberî fidyeyeke malî hat berdan.

Di heman çarçoveyê de, desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Sêşemê 8`ê Pûşberê, şêniyê Kurd Henan Elî Arifo ji şêniyên gundê Qîbarê yê bajarê Efrînê berda. Henan Elî Arifo 3 sal û 3 heyvan li ba milîsan girtîbû.

Related posts