Milîsan 3 şêniyên Kurd bi dagirkeriyê re alîkar bûn li Raco bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên li nava milîsên Ixwanî yên dagirkeriya Tirkî agahdar bû ku milîsan roja Pêncşemê hejmareke girtiyên Kurd ên zîndana Maratê ji ber paşdeçûna tenduristiya wan veguhastin nexweşxaneya ş.Ferzende ya leşkerî.

Çavkaniyan destnîşan kir ku girtiyên Kurd ên ku hatine veguhastin, ji ber şert û mercên tenduristî yên xerab û îşkenceyê rû bi rû bi birçîbûnê re dimînin û nexweşiyên çerm pê ketine. Ji ber vê yekê rêveberiya zîndanê ew derbasî nexweşxaneyê kirin, lê hejmar û navên wan nehatin belgekirin.

Binçavkirina Kurdên Bi Dagirkeriyê re Alîkar

Desthilatên dagirkeriya Tirkî(istixbara û polîsên sivîl) 7`ê Hezîranê 2021 çekdarê bi navê Hesan Horo yê 40 salî ji şêniyên gundê Bilîlko yê navçeya Racoyê û kurê birayê Fadil Horo“serokê berê yê meclisa xwecihî” bi tawana ku wêneyên wî yên kevn yên bi cilên Kurdî ku li Newroza Kobanê kişandibûn hene. Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê milîsan ew çekdar ji nava milîsan derxistin.

Her wiha desthilatên dagirkeriyê çekdarê bi navê Neşet Mûsa ji gundê Gewanda yê Raco bi tawana ku ber endamekî asayîşê bû, bin çav kir û ji nava milîsan derxistin û wiha rêxistinê dewam kir;

7`ê Hezîrana 2021 xortê bi nave Feysel Reşîd ji şêniyên gundê Hacv Xelîl yê navçeya Racoyê ji ber ku li ser sosyal medya milîsên dagirkeriyê rexne kirin, bin çav kir û bir navenda xwe ya ewlehiyê.

Xort Feysel  li ba rêxistineke dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn(Tîma Vaksîna Sûriyê) dixebite.

Related posts