Dagirkerî çekdarekî milîsan di doza destdirêjiyên cinsî yên belgekirî de dike qurban

AFRINPOST-Taybet

Afrinpostê hinek dengên ji komên çekdar ên Whatsappê bi dest xistin. Di van dengan de çekdar destdirêjiyên li ser jinên girtî yên zîndana Maratê ji aliyê yê bi navê “Mihemed Hemadîn” bi nasnav “Ebû Riyad” ê navxerab ku sermilîsê “polîsên leşkerî” ye, bi hev re parve dikin.

Li gorî dengên li ser Whatsappê hatine weşandin, “Ebû Riyad” bi hevkariya rêveberê zîndanê û bi bihaneya lêpirsînê, destdirêjiyê li jinên girtî dike.

Çekdaran bi rêya koma li ser Whatsappê bang li sermilîsê “polîsên leşkerî” yê bi navê “Ehmed Kurdî” kir ku derbarê destdirêjiyên derheqê jinên girtî de, lêpirsînekê pêk bîne.

Çekdarê xwediyê deng destnîşan kir ku li ba wî lîsteyek bi navên keçên ku ” Ebû Riyad Hemadîn ” destdirêjî li wan kirine, heye.

Di vê çarçoveyê de çavdêran ji Afrinpostê re ragihandin ku armanc ji parvekirina van dengan, ew e ku hewl didin binpêkirinên berdewam derheqê jinên girtî de xuya bikin ku ew kiryarên kesane ne û ne bi zanabûn û mebest in.

Milîs dixwazin “Ebû Riyad” bikin qurbanî û rûyê xwe û dagirkeriya Tirkî li hemberî van binpêkirinan spî bikin.

Dengên ku li ser whatsappê hatine birêkirin bi belgeyên tên piştrastkirin.

Têkildarî sûc û binpêkirinên ku derheqê jinên girtî de tên kirin, KOMÎTEYA LÊPIRSÎNÊ YA NAVDEWLETÎ di raporeke xwe ya meha Rezbera 2020 de bi bîr xist ku komên çekdar ên “Ceyş El-Wetenî” li Efrînê gelek jin û bi taybet ên Kurd bin çav kirin û destdirêjî li wan kirin. Ji ber wê yekê ew jin rûbirû bi pirsgirêkên derûnî re dimînin.

Related posts