Hêzên dagirkeriyê bi giranî bajarokê Dêr Cemalê yê Şehbayê topbaran dike

AFRINPOST – Taybet

4 roj in, li pey hev hêzên dagirkeriya Tirkî ji bajarê Ezazê yê dagirkirî ve, gundên navçeya Şêrawayê û herêma Şehbayê ji bajarê Ezazê yê dagirkirî ve, topbaran dike.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî, sibeha roja Duşemê bi bêtirî 22 topban derhêla gundên navçeya Şêrawayê bi giran topbaran kirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku topbaran ji saet 7 sibehê heyanî 8 dewam kir û bi taybet dorhêla bajarokê Dêr Cemal, gundê Xirêbkê, Ziyaret hatin topbarankirin.

Nûçegihanê me teqez kir ku ji ber topbaranê ziyanên madî yên mezin gihîştin mal û milkên zeviyên şêniyan. Her wiha rewşeke tirsê li nava şêniyên peyda kir û rêya navdewletî Heleb-Efrîn jî, ji aliyê hêzên dagirkeriyê ve hat topbaran kirin.

Related posts