Ji ber topbarana giran a dagirkeriya Tirkî li ser gundê Aqîbê zirarên mezin çêbûn

AFRINPOST-Taybet

Şeva Çarşem –Pêncşemê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê rastî topbaraneke dijwar ji aliyê hêzên dagirkeriya Tirkî ve hat.

Di vê derbarê de nûçegihandê Afrinpostê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî yên ku li aliyên gundê Basûtê û Tilfê ne, gundên Bênê, Keştear, Aqîbê û Tatmeraş li gundewarê navçeya Şêrawayê topbaran kirin. Lê zêde bi hawanan gundê û bi rengekî tund aliyên navçeya Til Rifetê jî topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zirareke mezin gihîşt mal û milkên şêniyan û ber bi herêmên bi ewle ve koçber bûn.

Related posts