Bi wêne … hêzên dagirkeriya Tirkî gundên navçeya Şêrawayê bi bêtirî 100 topî armanc kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî ji şeva Çarşemê ve û heta îro bê navbera gundên navçeya Şêrawayê topbaran dikin ku di encama topbaranê de hinek şêniyên wan gundan koçber bûn û zirarên mezin gihîştin mal û milkên sivîlan.

Nûçegihan diyar kir ku artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî ji baregeha Tirkî li gundê Tilfê ve, gundê Suxanek û Aqîbê yên navçeya Şêrawayê topbaran dikin û destnîşan kir ku bêtirî 125 topan ji duh bi şev heta niha bi ser herêmê de barîne û hêjî topbaran dewam e.

Nûçegihan da zanîn ku komeke çekdarên milîsên dagirkeriya Tirkî, hewl dan ber bi aliyê gundê Suxanekê ve bi pêş ve biçin, lê mayîneke erdî teqî û çend çekdar birîndar bûn.

Nûçegihan got ku ji ber topbaranê, hejmareke şêniyên gund ber bi herêmên bi ewle ve koçber bûn. Lê zêde derdora 30 dewarî mir û hejmareke mal li gundê Suxanek û Aqîbê wêran bûn.

Related posts