Du Kurd ji gundê Basûtê hatin berdan û rewşa xortekî hêjî ne diyar e

AFRINPOST-Taybet

Hêjî çarenûsa xortê Kurd Mihemed Nûrî Bekir ku ji bêtirî 2 sal û nîvan ve revandî ye, ne diyar e. Çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî ew ji mala wî li bajarê Efrînê revandibû û ta niha derbarê wî de ti agahî nehatine zanîn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku şênî Mihemed(32 salî) ji şêniyên gundê Alkana yê navçeya Raco ye. Mala wî li dorhêla firina “Zura” ya taxa Zêdiyê bû. Çekdaran ew bi tawana danûstandina li gel Rêveberiya Xweser revand.

Nûçegihan diyar kir ku Mihemed Bekir di zîndana “Raî” ya navxerab de ye, lê heta niha ev agahî nehatiye piştrastkirin.

Di wê zîndanê de beriya çend rojan şêniya Kurd Mewlîda Naman ku bêtirî du salan girtî bû, di bin îşkenceyê de hat kuştin.

Di heman çarçoveyê de milîsên “Feyleq El-Şam” duh 2 xortên Kurd ku ji bajarokê Basûtê hatibûn revandin, bi pereyan berdan.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê, her du şêniyên Kurd bi nav Kawa Xidir û Necîb Xelîl hatin berdan, lê hêjî çarenûsa şêniyên bi nav; Ehmed Ebdil Ruhman Betal, Elî Xelîl Xalid, Bêman Mihemed Teha Baş, Hesen Zekî Hemşo û Xalid Ehmed Receb nediyar e.

Milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî Şemiyê bi sibeha 29`ê Gulanê 2021 bi ser hejmareke malên bajarokê Basûtê yê navçeya Şêrawayê de girt û 7 şênî piraniya wan Kurd bûn, bi bihaneya têkiliya wan li gel Rêveberiya Xweser û di çarçoveya siyaseta tengavkirin û koçberkirinê ya ku dewleta Tirk dide meşandin, girtin.

Related posts