Dizî û talanî û desteserkirina mal û milkên Efrîniyan dewam dike

AFRINPOST-Taybet

Dizî, talanî û desteserkirina mal û milkên Efrîniyan ji aliyê çekdarên dagirkeriya Tirkî û niştedagîran ve bê navber dewam dike.

Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku 2 çekdaran bi ser dikana şêniyê Kurd Ebdil Rehman ji gundê Kurzêlê de çûn û 2000 lîreyên Tirkî jê standin.

Di heman çarçoveyê de niştedagîrekî Xûtanî bi ser milîsên “Ehrar El-Şam” ve ye, 8 şiqeyên malbata Horo ji şêniyên gundê Şêxûrzê firotin.

Nûçegihan destnîşan kir ku niştedagîr her şiqeyek bi 1000$ firot . Avanî jî li aliyê çemê Efrînê li nêzîkî gundê Turindê yê bi ser bajêr ve dikeve.

Li gundewarê Efrînê jî, roja Înê berhema sîran li erdê şênî Mihemed Ibrahîm ji gundê Avrazê ku li deşta Avrazê li ser rêya gundê Amara dikeve, hat talankirin.

  

 

Related posts