3 moşek bi ser Efrînê de barîn

AFRINPOST-Taybet

Îro bi êvarê çend moşek bi ser bajarê Efrîna dagirkirî de barîn, lê belê ziynên wê ta niha nehatine zanîn. Li aliyekî din hêzên dagirkeriya Tirkî hinek gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku moşek li sê deverên   ewlehiyê li dorhêla nexweşxaneya Avrîn(Şîfa) û li dorhêla dibistana “Feysel Qedûr” ku hêzên komandoz ên Tirkî lê ne, ketin. Her wisa moşekek li otostrada Xerbî ku navendên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” li wir in, ket. Derbarê zirarên çêbûne û aliyên berpirsyar de ta niha ti agahiyên piştrast nehatine bidestxistin.

Li aliyekî din nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî ji baregeha Kilcibrîn ya li navbera bajarê Ezaz û Marê de, hinek gundên Şêrawa û Şera topbaran kirin.

Li gorî nûçegihan topbaran li ser gundê Şewarxe û kelha wê û gundê Malikiyê yê navçeya Şera, her wisa gundê Keştear, Elqemiyê û Merenaz yên navçeya Şêrawayê ye û destnîşan kir ku bêtirî 25 topan li herêmê ketin û hêjî topbaran berdewam e.

Related posts