Milîsên dagirkeriyê li navçeya Raco 130 darên palîtê birîn

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên taybet ên Afrinpostê ragihandin ku çekdarên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr li herêma di navbera gundê Mosaka û bajarokê Mîdan Ekbesê derdora 130 darên daristanî ji celeba palîta Romî birîn da ku bazirganiyê bi êzingên wan bikin.

Çavkaniyan diyar kir ku dara Mamî ya naskirî, ku ji darên palîtê yên Ecemî ye û li nêzîkî depoyê avê yê ji xaçerêya Batmanê ve li ser rêya giştî nêzîk e, şaxên wê hatin birîn û tenê koka wê li ser erdê ma. Lê dara li hemberî wê bi giştî hat birîn.

Tê zanîn ku ew her du dar li herêmê, nîşaneyên şûnwarî ne. Li gorî çavkaniyan li ser rêyên wê herêmê hemû dar hatin birîn.

Dara palîtê ya Romî û Ecemî, ji darên daristanî yên li ber qelandinê ne. Ew di kultûra şêniyên Efrîna dagirkirî de xwedî cihekî taybet in û wiha dewam kirin;

Tenê li deverekê 65 dar ji heman celebî ku bi navê Mala Soran naskirî ne, hatin birîn. Li herêma di navbera gundê Edama û Mîdan Ekbesê dikeve, tenê sê dar mane. Her wiha darên şemsiyê yên li ser rêya di navbera guvaştgeha fenî û bajarokê Mîdan Ekbesê hatin birîn.

Çavkaniyan teqez kir ku giştî darên palîta Romî yên ku li ser dirêjahiya di navbera xaçerêya hesinê trênê û xaçerêya gundê Binîrka hatine birîn, bêtirî 130 daran in.

Li navçeya Raco jî, hemû darên palîtê yên temendirêj ên li dorhêla mezarê olî yê Mihemed Elî ku nêzîkî gundê Hec Xelîl e, dikevin, hatin birîn.

Related posts