90 darên zeytûnê û 50 darên hinarê li Xerabê Şera û Birc Ebdalo hatin birîn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên bi navê ewlehiya milîsên “Sultan Mûrad” li navçeya Şera, gundê Xerabê Şera 90 darên zeytûnê yên şêniyê Kurd bi navê Ebid El-Ruhman Mihemed birîn.

Niştedagîrên ji gundewarê Humsê li navçeya Şera bi armanca bazirganiya bi êzingan daran bê serûber dibirin.

Komîteya “vegerandina mafan” a “Itîlafa Sûrî ya Ixwanî” hewl dide bi her awayî li ser sûcên ku milîsan “Sultan Mûrad” û niştedagîrên bi ser wê ve dikin ku bigire.

Nûçegihan bi bîr xist ku roja Înê welatiyekî Ereb ku li gundê Birc Ebdalo niştecih e, bi hers li sûka Hal a bajarê Efrînê hat dîtin. Welatî rahiştibû satileke mast û ji ber acizbûnê bi xwe re dipeyivî û wiha got: Ji ber kiryarên wan, êdî nema ez dizanim qublet li ku ye, ez ji ola xwe bi dûrxistim.

Li sûkê şênî li welatî kom bûn û li sedema hêrsbûna wî pirsîn û çima ew qas qehirî bû ku wî jî wisa rewşa xwe bi şêniyan re parve kir;

Vê sibehê, ez ji mala xwe derketim, ji nişka ve min dît hinek kes li nava darên min ên henarê ne, ez bi lez çûm gel wan û jê pirsiyam ku li nava daran çi dikin, lê ew ji min reviyan, lê ez çi bêjim, min dît ku wan derdora 50 darên henarê birîne û eger ez vê sibehê neçûma nava erdê xwe, wê bêtir dar bibiriyana, min nas kir ku yên dar birîne kî ne, lê belê tiştek ji destê min dernakeve û bê çare me.

 

Related posts