Ji ber nebûna ewlehiyê dizî li Efrînê gelekî belav e

AFRINPOST-Taybet

Li herêma Efrînê ji ber nebûna ewlehiyê ku bi zanabûn ji aliyê dagirkeriyê û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn ve hatiye peydakirin, dizî bi rengekî ne asayî belav e ku çekdar her tiştê ku bi ber çavên wan wan dikeve ji sewal û êzingan didizin.

Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên “Cebha El-Şamiyê” roja Înê 22`ê Çileya 2021`an 10 mî ji kampa li dorhêla Xezan a bajarê Efrînê dizîn.

Di bûyereke din de, 30 cereyên gazê ji dikanekê li ser rêya servîs a taxa Eşrefiyê ya şêniyê Kurd bi navê Ebû Resûl ji şêniyên gundê Gazê dizîn.

Bûyerê diziyê ya sêyemîn li gundê Tlifê rû da. Şênî Mihemed Elî di hewşa xwe de komeke êzing kom kiribûn, şênî Mihemed beriya çend rojan jina xwe dibe ser doktor û çend rojan li derveyî malê ma.

Di 19`ê Çileya 2021 de vedigere mala xwe ku dît nîvê êzingên wî hatine dizîn her wiha çekdaran jeneretorê wî jî ji cureya Betra dizîn.

 

 

 

 

 

 

Related posts