Li dorhêla çerxerêya Newroz serferberiya ewlehiyê

AFRINPOST-Taybet

Li çerxerêya Newroz a li naverasta bajarê Efrînê, roja Yekşemê seferberiya ewlehiyê derket holê. Hemwextî wê milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî roja 4`ê li pey hev li endamekî Daiş`ê ku ji zîndanên dagirkeriyê reviyabûn, digerin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku istixbarata Tirkî endamên xwe li çerxerêya Newroz a li naverasta bajêr seferber kirin û bi awayekî zêde li otomobîlên Kurdan vedinêrin. Lê belê heta niha sedemên seferberiya endamên istixbarata Tirkî nehatiye zanîn û wiha dewam kir;

Nakokî û axaftinên tûj di navbera polîsên dagirkeriyê û çekdarên “Lîwa Şemal” çêbû.

Di çarçoveyeke din de milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî piştî ku agahdar bûn ku 2 endamên Daiê`ş ji zîndana Raco revîn û berê xwe dan kampê, bi ser kampa li qada bazarê ya bajarê Efrînê de girtin.

Nûçegihanê Afrinpostê roja Şemiyê 23`ê Çile sala 2021 ragihandibû ku çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ku zîndanê bi rê ve dibin rêya revê ji 2 endamên Daiş`ê li zîndana Meheta ya bajarokê Raco, vekir.

Tê zanîn ku zîndana li navçeya Raco ji ber ku li herêma stasyona trênê dikeve û milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bi rê ve dibin, bi navê zîndana Mehetê tê naskirin û bi dehan ji şêniyên navçeyê û hinek şêniyên gundên navçeya Mabeta tê de girtî ne û ji ber ku danûstandina yên bi rê ve dibin hişke, yek ji xerabtirîn zîndanên milîsan e.

Related posts