Piştî li Til Rifetê komkujî pêk anî hêzên dagirkeriyê ji nû ve gundên Şehbayê topbaran kir

AFRINPOST-Taybet

Hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên îslamî vê êvarê, ji nû ve gundên herêma Şehbayê topbaran kir ku beriya wê bi çend saetan li navçeya Til Rifetê komkujiyek pêk anî û di encamê de di nav de jin û zarok, 11 kes şehîd û birîndar çêbûn.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî careke din vê êvarê bêtirî 15 top li gundê Eyn Deqnê û Bêlûniyê xistin.

Derbarê vê de nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku hêzên dagirkeriyê ji baregehên xwe li gundê Kicibrîn a bajarê Ezazê, gundê Eyn Deqnê û Bêlûniyê topbaran kir û da zanîn ku hêjî topbaran berdewam e.

Hêzên dagirkeriya Tirkî îro bi nîvro bajarê Til Rifetê tijî şênî û koçber in, topbaran kirin ku di encamê de 3 şêhîd çêbûn, lê zêde 9 kesên din birîndar bûn û birîna hinek din ji wan giran e.

Related posts