Xortekî Kurd ji gundê Şêxûtka beramberî 300$ hat berdan

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî duh roja Çarşemê, xortekî Kurd 22`ê Çile 2021 piştî ku neçarî dayîna fidyeyê kirin, berda.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, milîsên “Ceyş El-Nuxbe” xortê Kurd bi navê Henan Reşîd “Bixoro” ji şêniyên gundê Şêxûtka piştî ku 300$ da, berda.

Dagirkeriyê xort Henan ji mala wî li gundê Şêxûtka bi bihaneya tevlîbûna nava YPG`ê bin çav kir û beramberî pereyan jî berda.

Ev cara sêyemîn e ku şênî Beşar bi heman tawanê tê binçavkirin ku cara yekê 200$ û cara duyemîn jî 400$ da.

Related posts