Dagirkeriya Tirkî hemwextî salvegera Sêyemîn a dagirkirina Efrînê gundên Şehba, Şera û Şêrawayê topbaran kirin

AFRÎNPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku topavêja dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî îro bi êvarê navçeya Til Rifetê û rêyên gundê Şêx Îsa ji baregeha xwe ya gundê kilcibrîn yê gundewarê Ezazê bi mûşekan barandin.

Nûçegihan diyar kir 12 top li dorhêla Til Rifetê û rêyên Şêx Îsa ketin û hêjî heta amadekirina raporê topbaran berdewam bû û wiha dewam kir;

Dagirkeriya Tirkî piştre çarçoveya dagirkirinê berfireh kir ku gundê Bêlûn, Malikiyê û Şewarxe yên navçeya Şera topbaran kir her wiha top li gundê Bênê û Soxanekê yên Şehbayê jî barandin.

 

 

Related posts