Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî ji karên me yên sereke ye

AFRINPOST-Taybet

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê roja Çarşemê 20”ê Çile 2020 têkildarî salvegera sêyemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re şermezar kir û da zanîn ku rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî ji karên wan ên pêşîn û sereke ye.

Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera Sêyemîn a dagirkirina Efrînê got ku dagirkirina Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî û berfirehkirina serweriya Tirkiyê li dijî projeya demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyê ye ku ew herêm weke zemîneke girîng a peydakirina çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku berdewamiya dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re, li ser tevahî Sûriyan metirsî ye.

Rêveberiyê bang li hêzên niştîmanî yên Sûrî kir ku ji bo pêşeroja Sûriyê bixebitin û rê li ber dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê ji Sûriyê re bigirin.

Daxuyaniyê bang li saziyên navneteweyî di serî de Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî kir ku xwedî helwestên cidî li hemberî tiştên ku li Efrînê rû didin, bin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku bi rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî wê aramî li Sûriyê peyda bibe.

 

 

 

 

 

]

Related posts