Milîsên Ixwanî 680 darên zeytûnê li Maratê, Mamila û Cindirêsê birîn

AFRINPOST-Taybey

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Mihemed El-Fatih” li zeviyekî zeytûnan, li ser rêya giştî dikeve, derdora 100 darên zeytûnê yên şêniyê Kurd yê koçber Umer Cemîl Cafer ji gundê Mamila birîn. Xwediyê zevî Umer Cafer ji xwe re kesek diyar kiribû ku li darên wî miqate be û xizmeta wan bike.

Her wiha çekdarên milîsên “El-Hemzat” 130 darên zeytûnê ji kokê de li zeviyê şêniyekî Kurd bi navê Mistefa Seydo ji şêniyên gundê Maratê yê bi ser Efrînê ve birîn ku zeviyê wî li dorhêla zîndana Maratê ya navendî dikeve.

Li navçeya Cindirêsê jî, çekdarên milîsên “Nûr El-Dîn Zinkî” bêtirî 450 darên zeytûnê li dorhêla bajarokê birîn, lê navên xwediyên wan nehatin belgekirin.

Ji aliyekî din çekdarên milîsên “Lîwa Weqas” di birîna darên berhemdar û daristanî de bi armanca êzingkirin û bazirganiya bi wan berdewam dike.

Lê zêde nahêle ku şêniyên Kurd jî li gund û bajarokên di bin kontrola wan li navçeya Cindirês, Şiyê û Mabeta ku êzingên xwe bibin derveyî gundên xwe û bifiroşin. Her wiha rê nadin xwediyên zeviyan ên zeviyên wan li derveyî gundan in ku êzingên xwe bînin da ku tenê kesên ji aliyê wan ve hatine erkdarkirin, êzingan bifiroşin û li ser keyfa xwe buhayên êzingan diyar bikin ku tevî buhayê her tonekî êzingan digihêje 270 heyanî 300 hezar, lê belê êzingan ji şêniyên Kurd bi derdora 60 heyanî 70 hezar lîreyên Sûrî dikirin.

Û da ku derbara jiyanê ya Kurdan li Efrînê tengav bikin, yê bi navê “Mihemed Casim Ebû” “Emşe” sermilîsê ya bi navê “Sultan Silêman Şah” ku navçeya Şiyê control kirine, fermanek derxist ku qedexeya komkirina bermahiyên zeytûnan ango Efare li zarokên Kurd birî, her wiha xwediyên dikanan şiyar kirin ku zeytûnan ji wan nekirin.

Related posts