Li Şehbayê xwepêşandaneke girseyî li dijî dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re hat birêxistinkirin

AFRINPOST-Taybet

Roja Duşemê li herêmên Şehbayê li dijî dagirkeriya Tirkî, koçber û şêniyên Şehbayê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.

Bidawîbûna sala sêyemîn a dagirkirina Efrînê çend roj mane. Beriya sê salan di 20`ê Çileya 2018`an êrîşên dagirkirina Efrînê dest pê kirin.

Xwepêşander li ser rêya di navbera navçeya Fafîn û kampa Berxwedan kom bûn û dest bi xwêşandanê kirin. Xwepêşanderan di mesa xwe de wêneyên komkujî û sûcên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî derheqê Kurdên Efrînî de rakirin.

Koçber li ser rê heta ku gihîştin qada kampa Berxwedan meşiyan û durişmeyên berxwedan û vîna xurt li hemberî dagirkeriyê berz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê endama meclisa malbatên şehîdan a kantona Efrînê Hêvîn Elûş, endama kongreya star Zeyneb Xelîl, endamê meclisa kampa Serdemê Şoreş Îsa ve hatin kirin. Axêveran balkişandin ser berxwedana 58 rojan û diyar kirin ku berxwedan bijarteya wan a tekane ya rizgarkirina Efrînê û bidawîkirina dagirkeriyê ye. Her wiha guhertina demografîk ku dagirkerî û milîsên wê li Efrînê dikin jî, şermezar kirin. Xwepşêandan bi durişmeyên bijîkirina berxwedan şêniyên Efrînê û rizgarkirina wê bi dawî bû.

 

Related posts