Milîsên dagirkeriyê li navçeya Cindirêsê daristaneke merxê bi giştî rakir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi sedan ji darên merxê û sewriyê li daristaneke gundewarê bajarê Cindirêsê birîn da ku êzingên wê ji xwe re bifiroşin û bikin pere.

Nûçegihan diyar kir ku rûpîvana daristana ku hatiye birîn 1 Hektar e. Daristan li rojavayê gundê Qîlê yê navçeya Cindirêsê dikeve û bi giştî ji holê rabû. Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” darên daristanê bi giştî birîn ku temenê wan derdora 50 salî ye.

Afrinpost demeke berê belge kiribû ku daristana “Betal” a herajê ku dirêjahiya wê 1 KM û di navbera gundê Miskê û Çûbana yên Cindirêsê dikevin bi giştî hatiye birîn. Û rûpîvana wê bi qasî 30000 M2. Ew daristan tijî darên merx û palîtê bûn.

Li navçeya Cindirêsê bi sedan darên daristanan li çiya û deştan tên birîn û deverên sereke yên ku hatine armancgirtin ev in; daristana Birîm Hiskolkê ku 500 M ji aliyê bakur ve dûrî gundê Miskê ye, rûpîvana wê 150 M2, darên wê bi giştî hatin birîn her wiha rûpîvanên mezin ji daran li çiyayê Bilêl û Xoce hatin birîn.

Daristana Newala Ereb a ku li rojavayê gundê Xalta bi 1 KM dikeve û rûpîvana wê 70000 M2, bi giştî hat birîn her wiha daristana çiyayê Hisê ku di navbera gundê Gorda û Xalta dikeve û rûpîvana wê 500 M2 hat birîn.

 

 

 

 

 

 

Related posts