Kurekî sermilîsekî “El-Emşat” êrîşî ekîbê tenduristiyê yê nexweşxaneyeke Efrînê kir

AFRINPOST-Taybet

Kurê sermilîsekî “Sultan Silêman Şah El-Emşat” ên dagirkeriya Tirkî, roja Duşemê li bajarê Efrînê bi bihaneya ku nasekî wî yê nexweş derbasî nexweşxaneya leşkerî ya şehîd ferzende ya leşkerî hat kirin, êrîşî ekîbê tenduristî yê nexweşxaneya Cîhan kir.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku kurê yê bi navê “Amêr El-Mihemed” ku endamekî polîsên dagirkeriyê li Efrînê ye, îro bi ser nexweşxaneya Cîhan de girt û çeka xwe arasteyî ekîbê tenduristiyê yê nexweşxaneyê kir. Wî bi bihaneya ku rêveberiya nexweşxaneyê nasekî wî ji nexweşxaneya Cîhan ku bi korona ye, derbasî nexweşxaneya “Ş. Ferzende” ya leşkerî kir, li endamên nexweşxaneyê da.

Çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” hewl dan destwerdanê bikin, lê leşkerên dagirkeriyê rê nedan ku derbasî nexweşxaneyê bibin.

Ji nava ekîba nexweşxaneyê ku çekdar êrîşî wan kir, hemşîreyeke Kurd Selwa, hemşîreyekî Kurd Ehmed ji şêniyên bajarokê Mêryemîn û bijîşkekî Kurd hatin naskirin. Her wiha çekdar bi çeka xwe gef li rêveberê nexweşxaneyê xwar.

Kiryara dijminane ya çekdarên Îslamî li hemberî karkerên di saziyên xizmetguzariyê yên giştî de dixebitin de bi vê rewşê tenê sînordar namîne ku yê bi navê “Ebû Emşe” sermilîsê “El-Emşat” e, gefa binçavkirin û îşkenceyê ji ber kualîteya nan a xerab, li tevahiya karkerên nanpêjgeha bajarokê Şiyê xwar.

Related posts