Nivîskar û siyasetmedar: Serdana endamê ENK-S ji Efrînê re rewatiyê dide dagirkeriya Tirkî

AFRINPOST-Taybet

Têkildarê serdana endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî(ENK-S) ji herêma Efrîna dagirkirî re ku şêniyên wê bi hêrs kir, nivîskar û siyasetmedarên Kurd gotin ku eger dostên meclisê guvaşê nedin ser berpirsiyarên wê, wê meclis ofîsên xwe li Efrînê veke û rewatiyê bide dagirkeriya Tirkî.

Malper û dezgehên ragihandinê yên Kurdî bi hêrs, heyecan û hestên redkirina serdana endamê ENK-S Ebdellah Gedo ji Efrînê re,  ev nûçe li ser sosyal medya weşandin.

Ebdellah Gedo di demeke ku milîsên Ixwanî derheqê Kurdên li Efrînê mane de xerabtirîn sûc û binpêkirinan dikin de hat. Gedo li kêleka çekdarên li nava zeviyekî zeytûnan ku bi dest heman milîsan hatibû dizî, sekinî û wêne girtin.

Serdana endamê ENK-S ji aliyê çalakvan û atmosfera Kurdî ve bi hêrs hat pêşwazîkirin.

Li gorî şopîneran du aliyên vê serdanê hene; yek rewatiyê bide dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî, du; diyaloga Kurdî-Kurdî ya ku gihîştiya asteke bilind were pûçkirin.

Di hevdîtineke Ebdellah Gedo li ser ekrana Rûdaw TV de, serdana xwe ya li gel şandeya opozisyona Sûrî ji Efrînê re bi bihane kir û wiha got: “Ti têkiliya min bi ENK-S re nîne, raporên derbarê sûcên li Efrînê bi guman û ne rast in.

Endamê ENK-S bang li Encûmena Niştîmanî ya Kurdî kir ku ofîsên xwe li bajarê Efrînê veke.

Axaftina yê bi navê “Ebdellah Gedo” bi kêrî armancên dagirkeriya Tirkî û aliyên ku dagirkirina Efrînê bi rizgarkirinê bi nav dikin, hat. Hemû daxuyaniyên ku ji aliyê wan ve tên kirin, rasterast tiliya Enqere tê de heye ku tiştê ku ew dibêjin ên wek Gedo pêk tînin.

Related posts