Li gundê Kûtana, Kurzêlê û Meydankê çekdarên Ixwanî daran dibirin û dikin êzing

AFRINPOST-Taybet

Birîna daran li herêma Efrîna dagirkirî ji aliyê çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî,  ji bo bidestxistina pereyan û tolhildana ji daristanên Efrînê û guhertina jîngeha herêmê berdewam e.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên dagirkeriya Tirkî derdora 70 darên zeytûnê yên şêniyê Kurd ê koçber bi navê Mihemed Osman ji şêniyên gundê Kûtana ku zeviyê wî di navbera gundê Qestelê û Kûtana li ser rêya giştî dikeve, birîn.

Li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa jî, çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” derdora 200 darên hinarê yên temenê wan 20 sal derbas nekirin, birîn. Li gorî toreya çalakvanên Efrînê, darên hinarê yên şêniyê Kurd ê koçber Ehmed Cuma Elî ne.

Di çarçoveya birîna daran de çekdarên milîsên “Feyleq El-Şam” bi serkêşiya yê bi navê “Ebû Mihemed El-Humsî” darên herajê li herêma gola Meydankê ya navçeya Şera birîn û bi rêya keştiyên nêçîrê di golê re birin navenda komkirina êzingan li bajarokê Meydankê.

Tê zanîn ku birîna daran û êzingkirina wan piştî bidawîbûna werza zeytûnan gelekî zêde bûye û bûye jêdereke sereke ya bidestxistina pereyan û bi taybet bi hatina demsala zivistanê û daxwaza zêde ya niştedagîran.

 

Related posts