Li bajarê Efrînê otomobîleke bombekirî li nêzîkî nanpêjgeha Cûdî teqiya

AFRINPOST-Taybet

Li herêma Efrîna dagirkirî ji ber nebûna ewlehî û aramiyê, bê navber teqîn pêk tên û tevî wê jî heta niha dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn kesên li pişt wan teqînan aşkere nekirin ku tenê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û da ku ji berpirsyartiyê xwe bide alî, tawanbar dike.

Di vê derbarê de roja Sêşemê 24’ê Mijdarê piştî nîvro, otomobîleke bombekirî li herêma pîşesaziyê ya Efrînê, li pêşiya ofîsa aborî ya milîsên “Cebha El-Şamiyê” li beramberî nanpêjgeha Cûdî teqiya.

Li herêma teqînê, ji ber ku nêzîkî sûka Hal û herêma pîşesaziyê ye û li ser rêya ber bi taxa Eşrefiyê ve diçe, bi dirêjahiya saetê tevger çalak e.

Têkildarî heman çarçoveyê, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku birîndarekî teqîna motorsikletê ya roja Yekşemê 22’ê Mijdarê, jiyana xwe ji dest da. Wê çaxê motorsiklet li nêzîkî navenda milîsên “Melikşah” li bajarê Efrînê teqiya û di encama wê de 3 kes ji gundê Mêryemînê bû. Li gorî çavkaniyan ên birîndar bav û kurê wî bûn.

Related posts