Gihandina elektirîkê ji Efrînê re dihêle ku milîsên Ixwanî stûnên kehrebeyê yên berê bibirin

AFRINPOST-Taybet

Bi bihaneya ku nema pêwîst e û piştî gihandina  elektirîkê ji Efrînê re, dagirkeriya Tirkî û çekdarên Ixwan Mislimîn, stûnên elektirîkê û bi taybet ên textî li gundên Efrînê da ku di demsala zivistanê de sûdê bigirin, dibirin, lê zêde siyaseta wêrankirinê ya li dijî herêmê berdewam dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “Feyleq El-Şam” û “Ehrar El-Şerqiyê” stûnên elektirîkê li bajarokê Meydankê, gundê Barava yên navçeya Şera dibirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîs sûdê ji textê stûnan di demsala zivistanê de digirin, her wiha hewl didin ku binesaziya bajêr û bi erêkirina Enqere û di bin serpereştiya artêşa wê de wêran bikin û wiha dewam kir; yê bi navê “Ebû Nûr El-Humsî” ku sermilîsekî “Feyleq El-Şam” e, ferman li çekdaran kir ku stûnan bibire, lê got ku çekdarên ji milîsên “Ehrar El-Şamiyê” û niştedagîr stûnan li gundê Barava dibirin.

Li aliyekî din çavkaniyekê ji gundên ku milîs stûnên kehrebeyê dibirin, got ku ew stûnan bi bihaneya ku nema li ser erdê wan pêwîst dikin, dibirin.

Her wiha ragihand ku dagirkeriyê kehrebe gihand Efrînê. Bi vê gavê dagirkerî hewldanên tevlîkirina Efrînê ji nexşeya xwe re, lê belê milîs jî di wêrankirina binesaziya bajêr de berdewam e.

 

 

 

Related posts