Milîsên “El-Şerqiyê” navendeke bazirganiya êzingan li gundê Xalta yê Cindirêsê vekir

AFRINPOST-Taybet

Statistîkên tekûz bi hejmara darên ku li herêma Efrîna dagirkirî ji aliyê dagirkerî û milîsên Îxwanî ve hatine birîne, nîne, lê belê dîmenên ku ji herêmê tên rêjeyeke mezin a birîna daran li herêmê nîşan didin. Êdî çiyayên ku bi daran tijî bûn, veguherîne çolistan.

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ku gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê dagir kirine, navendeke komkirina êzingên merx û sewrî yên ku ji çiyayên li dorhêla gund birîne, vekirin da ku ji milîsan re bifiroşe. Her wiha piraniya milîsan êzingan li ser malbatên nûhatî belav dikin û qet li ser malbatên Kurd li gund belav nakin.

Li herêma Efrînê birîna daran bi hatina zivistanê re bi awayekî bê serûber bi armanca bidestxistina pereyan gelekî zêde bûye. Çekdar bi awayekî tekane daran dibirin û bi rêya motorsikletan dibin dikana firotina êzingan a li nêzîkî garaja Efrînê li ser rêya Cindirêsê dikeve.

Destdirêjiya li ser daristan û darên zeytûnê nayên jimartin, lê belê mirov dikare hinek mînakan bi bîr bîxe wek; li gundê Emara milîsên “El-Mecid” ji bo germkirin û çêkirina komira şînkahî darên herajê li geliyê Cerqa birîn. Her wiha yên Semerqend jî bi zanabûn bi sedan ji daran birîn û êzingên wê ji bo firotinê derbasî Tirkiyê kirin.

Afrinpost demeke berê wendabûna daristana “Betal” a herajî ku dirêjahiya wê 1 KM û di navbera gundê Miska Jorîn de li aliyê rojhilat û Çûbana li aliyê rojava yê Cindirêsê dikeve, rûpîvana wê bi qasî 30000 M2 û bi darên merx û palîtê yên temen-mezin, belge kir.

Li navçeya Cindirêsê jî birîna daran bi awayekî zêde li daristanên merxê yên li çiya û bilindahiyên li gundewarê wê tê kirin ku ew daristan jî ev in; daristana Birîm Heskolka ku 500M ji aliyê bakur ve ji gundê Miskê dûr e û rûpîvana wê 150000M2  ku bi giştî hat birîn. Her wisa hinek rûpîvan jî li çiyayê Bilîl û Xoce rakirin.

–       Daristana “Newala Ereb” ku li rojavayê gundê Xalta bi 1 KM dikeve û rûpîvana wê bi qasî 70000M2 bi giştî hat birîn. Lê zêde birîn li daristana çiyayê Hisê ku di navbera gundê Gûrda û Xalta û rûpîvana wê 500000M2 hêjî berdewam e.

Li kêleka birîna daran, şewata bi zanabûn jî rûpîvaneke mezin ji daristanên Efrînê rakirin.

 

 

 

Related posts