Li Efrînê 2 nivîsgeh ji bo tomarkirina kesên ku dixwazin li Qerebaxê niştecih bibin hatin vekirin

AFRINPOST – Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku desthilatên dagirkeriya Tirkî li vê dawiyê 2 nivîsgeh ji bo tomarkirina navên malbatên ku dixwazin li herêma Qerebaxê bi cî bibin, û bi armanca niştedagîriya herdemî li deverên ku hêzên Azerî dagir kirine, vekirin.

Çavkaniyan teqez kir ku nivîsgeha yekem li “banka gelêrî” ya berê li taxa Efrîna Kevn ku istixbarata dagirkeriyê ji xwe re kirine navend dikeve û ya duyem jî li çapxaneya Ronahî ya li kêleka nexweşxaneya Avrîn, li taxa Efrîna Kevn a nû dikeve ku ew jî navendeke istixbaratê ye, dikeve.

Çavkaniyan da zanîn ku malbatên Tirkmenî bi awayekî zêde berê xwe didin van nivîsgehan û bi taybet malbatên ji Humsê. Li van her du nivîsgehan derheqê wan malbatan de agahî tên girtin da ku piştre wan derbasî herêmên Qerebaxê yên dagirkirî bikin(piraniya wê jî erdên Kurdistana Sor e).

Çavkaniyan diyar kir ku yê bi navê “Ebû Serwet” ku li ba istixbarata Tirkî karmend e û ji gundewarê Ezazê ye, nivîsgeha yekemîn bi rê ve dibe, û yê bi navê “Xêro” jî ku Tirkmen e û ji gundekî navçeya Rayî ye, nivîsgeha duyemîn bi rê ve dibe. Ew her du bi kordîneya li gel milîsên Îslamî propagandayê ji vê planê re dikin.

 

.

Related posts