Niştedagîran şêniyekî Kurd li taxa Eşrefiyê şelandin û li Turindê jî birîna daran û şantajkirin berdewam e

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku niştedagîran mala şêniyekî Kurd bi navê Henan Ebdo ji gundê Kîmarê ye û mala wî li taxa Eşrefiyê ya taxa Eşrefiyê dikeve, dizîn. Milîsan ji şêniyê astengdar 150000 L. Sûrî lê zêde 2 cere gaz jî dizîn.

Li aliyekî din nûçegihan balkişand ser rêbenda gundê Turindê û da zanîn ku milîsa ji şêniyên Kurd nasnameyên wan dixwazin û piştre şêniyan di bin navê ew hatine xwestin de, direvînin. Milîs rêbazekî nû yê şantajî li dijî wan bi kar tînin ku destpêkê her Kurdekî ditirsînin û piştre beramberî berdana wî 10000 L. Sûrî distînin.

Her wiha niştedagîr jî di birîna daran de dewam dikin ku 20 darên guzê yên şêniyekî Kurd ji malbata Ebdalo yê gundê Turindê birîn.

 

 

Related posts