Dagirkerî Korona wek navgînekê ji bo diziya lebatên mirov li nexweşxaneyên Efrînê bi kar tîne

AFRINPOST-Taybet

Di nava belavbûna zêde ya Korona de, dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn Korona wek fersend ji xwe re dibînin da ku li nexweşxaneyên Efrînê lebatên kesên nexweş bidizin û piştre dibêjin ew bi Korona mir, li aliyekî din jî çekdaran gefa teqandina nexweşxaneya leşkerî xwar.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda Efrîna dagirkirî ragihand ku vîrûsa Korona li bajarê Efrînê bi lez belav dibe û bi ser de jî ev du sal û nîv in dagirkerî bi xemsarî nêzîkî vîrûs dibe.

Ji aliyekî din ve nûçegihan teqez kir ku diziya lebatên mirovî bêtir û bi rengekî veşartî tê kirin û wiha dewam kir; nexweşê ku derbasî nexweşxaneya leşkerî dibe, dibe ku sax ji nexweşxaneyê dernekeve û wiha got: “Heta bijîşk şêniyan şîret dikin ku neçin vê nexweşxaneya ku dişibe dojehê.”

Nûçegihan bal kişand ser şêniyekî Kurd bi navê Aro Ezam û wiha li ser zimanê şêniyan got:  Wî ti nexweşiyeke cidî nedikişand, lê belê beriya hefteyekê ew derbasî nexweşxaneya Rihaniyê kir û mirî vegerand ku ti kes jî nizane çi pê hat.

Çavkaniyên meydanî bi bîr xistin ku milîs derziyekê li nexweşan dixin ku rasterast pê dimirin û wiha dewam kir; ev bûyer bi mezinan re çêdibin ku milîs dixwazin bi hêsanî ji wan xilas bibin, lê yên temenbiçûk jî bi rengekî cuda pê re didin û distînin ku piranî caran lebatên wan didizin û dibêjin bi Korona mir.

Çekdarekî gefa teqandina nexweşxaneya leşkerî xwar

Nûçegihan bal kişand ser çekdarekî milîsên “Ceyş El-Îslam” bi navê “Ebû Nesir” ku bavê wî yê bi navê “Ebû Udey El-Hemewî” (50 salî) ji nexweşxaneya leşkerî re hat veguhastin. Piştre milîsan gotin ku ew bi Korona ye. Çekdar ji bijîşkan re got ku ew ê li nêzîkî odeya wî li bendê be, lê berpirsên nexweşxaneyê razî nebûn û gotin rewşa  wî xeternak e û divê em wî rakin Tirkiyê. Piştî du rojan çekdar hat agahdarkirin ku bavê wî bi Korona mir.

Nûçegihan da zanîn ku çekdar zêde bi hêrs bû û êrîşî bijîşkî bi navê “Muflih” kir, lê çekdarên li pêşiya nexweşxaneyê ew vegerandin. Lê çekdar  ji wan re got ku ew ê wek tolhildana bavê xwe, nexweşxaneyê biteqîne.

 

 

 

 

 

 

Related posts