Li taxa Efrîna Kevn motorsikletek teqiya û 3 niştedagîr birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Li taxa Efrîna Kevn a bajarê Efrînê, êvara Yekşemê motorsikletek teqiya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku di encama teqînê de 3 niştedagîr ji xwediyên çekdarên ji bajarokê Mîryemînê birîndar bûn, lê zêde zirarên madî jî çêbûnû wiha dewam kir; teqîn li nêzîkî navenda milîsên “Melik Şah” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, rûda.

Wekî her car piştî teqînên ku rûdidin, milîsan hejmareke şêniyên Kurd bin çav kirin, li aliyekî din çekdaran li herêma teqînê dikan dizîn û talan kirin.

Dagirkeriya Tirkî jî ev du sal û nîv in, piştî her teqînekê Hêzên Sûriya Demokratîk bi pêkanîna teqînê tawanbar dike, ku piştî vê teqînê jî QSD’ê careke din bi teqînê tehmetbar kir.

Related posts