Birîna 3500 darên zeytûnê li navçeya Bilbilê û Raco hatin belgekirin

AFRINPOST-Taybet

Piştî ku milîsên Ixwan Mislimîn bi hemû rê û rêbazan darên zeytûnê yên şêniyên Efrînê dizîn û talan kirin, niha dest bi birîna daran kirine.

Milîsên Îslamî ji darên zeytûnê hem zeyt û zeytûnan qezenc dikin û hem jî ji darên wê ku êdî demsala zivistanê dest pê kiriye, ji ber wê bi rengekî zêde dar li Efrînê tên birîn, sûdê digirin.

Di vê çarçoveyê de çekdarên sermilîs “Ebû Ugil” ku girêdayî milîsên “Feyleq El-Şam” in û 7 gundên Meydana yên navçeya Raco dagir kirine, di nava hefteyekê de (ji 11’ê Mijdarê ta 18’ê Mijdarê) nêzîkî 3500 darên zeytûnê bi bihaneya vedanê birîn.

Li gundê Meydana yê Raco derdora 400 darên zeytûnê yên lawên malbata Dadko birîn ku ew jî ev in; Heyder Dadko û Mihemed Dadko ne(200 dar ji her yekî wan) û zeviyên wan jî, li gorî nûçegihanê Afrinpostê li navbera gundê Xilalka û Meydana dikevin.

Her wiha komeke çekdar li gundê Xilalka yê navçeya Raco hejmareke mezin ji darên zeytûnê birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê navên xwediyên daran belge kirin ku ew jî wiha ne;

–       Ehmed Şêx Qenber derdora 1000 darî

–       Mihemed Şêx Qenber derdora 1000 darî

–       Şêx Mûsa Mele Nasan derdora 500 darî

–       Tewfîq Horo derdora 600 darî

Li herêma Efrîna dagirkirî û bi taybet li navçeya Bilbilê rêjeya birîna daran zêde bûye. Milîsan 120 darên zeytûnê yên şêniyekî Kurd bi navê Welîd Oso ji gundê Qurnê birîn. Her wiha li dorhêla gundê qurnê jî 75 darên zeytûnê yên şênî Ehmed Hebîb û 90 dar jî yên Umer Mihemed ji gundê Baliya birîn.

Her wisa zeviyên zeytûnan ên nêzîkî bajarê Efrînê ji destdirêjî û birînê xilas nebûne ku çekdaran derdora 25 dar li nêzîkî kenala avê li gundê Qîbarê yên şêniyê bi navê Hemîd ji gundê Qîbarê birîn.

 

 

 

 

Related posts