Dagirkeriya Tirkî niştecihiya li Qerebaxê li ser malbatên çeteyên Sûrî yên li Efrînê pêşniyar dike

AFRINPOST-Taybet

Xuya ye ku Enqere dil tune ye, hemû çeteyên Sûrî yên ku derbasî çeperên şer li dijî hêzên Ermenî li Qerebaxê vegerîne Sûriyê. Li vê dawiyê istixbarata Tirkî (MÎT) ji çeteyên Sûrî yên li Azerbeycanê li dijî hêzên Ermenî şer dikin, re pêşniyar kir ku malbatên xwe jî, li wir bi cî bikin.

Li gorî agahiyên ku ji nava çekdarên Tevgera Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî derketine û bi taybet ên ku tevlî şerê li herêma Qerebaxê bûne, ku istixbarata Tirkî ji milîsên “Melikşah” û beşek ji yên “Silêman Şah”(El-Emşat) pêşniyar kiriye ku malbatên xwe jî bi xwe re bibin Azerbeycanê.

Dagirkerî bi vê pêşniyara xwe, dixwaze wek avantajekê bide çeteyên xwe da ku li Qerebaxê her dem di çeperên şer de amade bin ku eger agirbesta ku hatiye ragihandin hat betalkirin, bi wan şer bike.

Lê belê armanca ji wê dûrtir û stratejîk ew e ku dagirkeriya Tirkî dixwaze li herêma bi nakok di navbera Ermenîstan û Azerbeyacanê de demografiyê biguherîne. Li wê herêma bi nakok hejmareke malbatên Ermenî ji ber şer ji gundên xwe koçber bûn û eger hêzên Azerî wan deveran kontrol bikin, pir zehmet e, ji nû ve vegerin.

Têkildarî wê hinek raporên ragihandinê da zanîn ku Enqere wê hêzên Tirkî bişîne herêma Qerebaxê, her wiha wê malbatên çeteyên xwe jî û bi taybet ên Turkmen li wir bi cî bike. Ji ber ku dewleta Tirk di dagirkeriya xwe de girîngiyê dide guhertina demografîk, wek çawa destwerdan ji Qibris û Sûriyê re kir, dixwaze heman senaryoyî li herêma Qerebaxê jî pêk bîne.

Sky News TV ji çavkaniyên xwe yên taybet ragihand ku hikûmeta Tirkî bi dehan ji malbatên Erebî û Turkmenî ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê birin herêma Qerebaxê da ku eger hêzên Ermenî ji wir kişiyan, wan li wir bi cî bike û guhertina demografîk pêk bîne.

Û ji ber ku çete wê her li wir bin, hinek çete ji daxwaza Tirkiyê dudilî ne û li gorî agahiyan heta niha ti milîsan daxwaza Tirkiyê erê nekiriye.

Şerê di navbera hêzên Azerî û Ermenî de li gorî peymana ku di 10’ê Mijdara 2020’an de hatiye îmzekirine û bi sponseriyeke Rûsî, rawestiya. Lê belê li gorî peymana agirbestê hêzên Azerî li herêmên ku kontrol kirine, dimînin û venakişin. Di vî şerî de Tirkiyê bi awayekî mezin li kêleka Azerbeycanê sekinî, bi balafirên bêmirov û çeteyan destek kir.

Related posts