Korona li Efrînê bi lez belav dibe û desthilatên Tirkî rê li ber nagirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Mabeta ya gundewarê Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkî gundê Husê û Kaxirê yên navçeya Mabeta piştî belavbûna zêde ya Korona û zêdebûna pêketiyan, bi giştî xistin karantînayê.

Li gorî nûçegihan, milîsên “Sultan Silêman Şah” /El-Emşat/ gundê Kaxirê dagir kiriye û gundê Husê jî ji aliyê milîsên “Cebha El-Şamiyê” ve dagirkirî ye.

Nûçegihan destnîşan kir ku dagirkerî li Efrînê ti girîngiyê nade jiyana sivîlan û wiha dewam kir; vîrûsa Korona li herêmê bi lez di nava sivîlan de belav dibe û ji kontrolê derketiye û tevî wê jî dagirkeriya Tirkî bi xemsarî nêzîk dibe.

Li gorî nûçegihan ji çavkaniya xwe li bajarê Efrînê ragihandiye, herî kêm 14 rewş li taxa Efrîna Kevn û 8 rewş di heman kolanê ya taxa Mehmûdiyê derketine.

Li aliyekî din sivîlekî din ji bajarê Efrînê ji Afrinpostê re ragihand û got: “Tirs ketiye dilê hemûyan, em ê çi tehmûl bikin û çi tehmûl nekin?! Tiştê ku em tehmûl dikin, çiya tehmûl nakin, bi ti awayî em nikarin xwe ji nexweşiyê biparêzin.”

Nûçegihan da zanîn ku ti nexweşxaneyên pispor ji bo pêşwazîkirina sivîlên pêketî nîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir; gelek kes bi korona ketine û li piraniya şêniyan nîşaneyên Korona xuya dibin, hemwextî wê jî dagirkerî bi xemsarî tevdigere û milîsên wê jî xwe ji dizî, talanî û revandina şêniyan re da ku pereyan ji xwediyên wan bistînin, vala kirine.

Related posts