Milîsên “El-Nuxbe” 2000 darên zeytûnê li Şêxûtka talan kirin û nehiştin spartedara xwediyê wan li nav kar bike

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Ceyş El-Nuxbe” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn jineke Kurd tevî ku wê spartename ji gel desthilatên Tirkî derxistiye da ku berhema daran biçine û xwedî lê derkeve, ji nava zeviyên zeytûnan ên her du birayên wê yên koçber li gundê Şêxûtka qewitand.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, milîsan berhema darên zeytûnan ên her du birayên bi navê Mihemed Mistefa Seydo û Arif Mistefa Seydo û tevî hebûna xwîşka wan li Efrînê ku birayên wê darên xwe spartine wê, talan kir û wiha dewam kir; Mihemed xwedî 1200 e û Arif jî xwediyê 800 dar e.

Milîsan biryar dane ku jina spartedar ji çinîna berhema zeytûnan qedexe bikin, her wiha rê nedinê ku derbasî nava zeviyan bibe ku ne vede û ne jî erd bajo.

Nûçegihan da zanîn ku milîsan bi bihaneya ku her du birayên wê li gel Rêveberiya Xweser kar dikin, ev biryar stand. Lê di rastiyê de yek ji wan li herêma Kurdistanê ye û yê din jî li herêmên Şehbayê ye.

Milîsên dagirkeriya Tirkî her kesê ku li derveyî herêma Efrîna dagirkirî ye, bi bi karê li gel Rêveberiya Xweser an jî di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tawanbar dike, armanc jî ew e ku desteserkirina mal û milkên Kurdan li herêmê rewa bikin.

Related posts